HRW: Cudakariya li dijî jinan tê sazîkirin
Human Rights Watchê (HRW), nerazîbûnên xwe nîşanî Qanûna Şarwerî ya Caferiyan a ji 337 madeyan pêk tê û ji aliyê Serokkomariya Iraqê ve hate erêkirin, da.
Human Rights Watchê (HRW), nerazîbûnên xwe nîşanî Qanûna Şarwerî ya Caferiyan a ji 337 madeyan pêk tê û ji aliyê Serokkomariya Iraqê ve hate erêkirin, da.
Human Rights Watchê (HRW), nerazîbûnên xwe nîşanî Qanûna Şarwerî ya Caferiyan a di 2’yê Cotmehê de ji aliyê Serokkomariya Iraqê ve hate erêkirin, da. Rêxistinê diyar kir ku di yasayê de têkildarî mijarên weke zewac, destjihevberdan, mîras, welayet û venêrîna zarokan piştgiriya mêran dike û sererastkirinên li dijî jinan hene.
Lêkolînera Iraqê ya HRW’ê Sarah Sanbar di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Yasaya nû ya statuya takekesî li dijî jinan cudakariyê dike û bi awayekî hiqûqî wan dixe pozîsyona welatiyên bindest. Ev yasa, mafê jin û zarokên keç ê li ser jiyana wan dide destê mêran. Divê tavilê ji meriyetê were rakirin.’’
Li Iraqê Qanûna Statuya Takekesî ya hejmar 188 a 1959’an, weke sereketirîn çorçoveya yasayî ya ku ev şêst sal in mafên jin û zarokan diparêze, dihat qebûlkirin. Lê belê Qanûna Şarwerî ya Caferiyan a ku ji 337 madeyan pêk tê û di 2’yê Cotmehê de ji aliyê Serokkomariya Iraqê ve hate erêkirin, van destkeftiyan bi awayekî cidî binpê dike û paş dixe.
Erêkirina yasayê, li seranserê welêt bi egera ku mafên jin û zarokan ên nefeqe, welayet û mîrasê sînordar dike, bû sedema nîşandana nerazîbûnan. Rêxistinên jinan û aktîvîstên civaka sivîl diyar kirin ku yasaya berbehs ji aliyê mafên jinan ve ‘’paşveçûneke dîrokî’’ ye.
Aktîvîstan dan zanîn ku Qanûna Şarwerî ya Caferiyan li hemberî mafên jin û zarokan weke gefekê ye, wê bandorên xirab li yekîtiya civak û avaniya malbatan bike û banga betalkirina yasayê kirin.